26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dirbo: Em ji Şingalê ve reva DAIŞ bo Sûriyê dibînin

Çavkanî: KDP.info
 
Şingal-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge li Şingalê dibêje, çekdarên DAIŞê ji tirsa
 
êrişa îro ya Hêzên Pêşmerge bi kom ber bi Sûriyê ve direvin û reva wan ji Şingalê
 
xuya dike. Wî fermandarî herwiha Kurdên Êzdî piştrast kir ku ew navçeyên di bin
 
destê DAIŞê de mane li Şingalê, dê di demeke nêzîk de bên rizgarkirin.
 
Qasim Dirbo, Fermandarê Pêşmerge li Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Îro Hêzên Pêşmerge ji çend eniyan ve êrişî terorîstên DAIŞê kirin û çendîn gund û
 
devereke berfireh rizgar kirin û niha jî ew operasyon berdewam dike.”
 
Dirbo wiha got: “Şingal ku dikeve ser sînorê Sûriyê, ji ser çiyayê wê xuya dike ku
 
çawa terorîstên DAIŞê ji tirsa êrişa Hêzên Pêşmerge direvin Sûriyê. Lewma bila ji
 
hemû Kurdên Êzdî re eşkere bibe ku hemû navçeyên wan dê bên rizgarkirin.”

Nûçeyên têkildar