Serfermandar: Dê 7 km bimînin ji Mûsilê re..Navçeyek berfireh rizgar bûye

Başîk-KDP.info- Serfermandarê Pêşmerge Ferîq Êmînkî ragihand ku Hêzên
Pêşmerge bo operasyona îro pilanekî bihêz danîne û heta niha pêşdeçûnên wan
berdewam in.
Ferîq Êmînkî Serfermandarê Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro Hêzên
Pêşmerge ji 3 aliyan ve êrişeke berfireh kirin ser DAIŞê, ew jî ji hersê eniyên
Naweran, Tilisqof û Başîkê û heta niha pêşdeçûnên Pêşmerge berdewam dikin û
navçeyekî berfirek hatiye azadkirin, ew jî bi taybetî li Naweranê.”
Êmînkî wiha got: “Me pilanekî bihêz bo operasyona îro daniye û heta niha Hêzên
Pêşmerge li ser wê pilanê diçin êriş dikin û pêşde diçin. Dema ev pilan bi temamî
cîbicî bibe dê tenê 7 kîlometir bimîne ku em bigihên Mûsilê.”




