26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îro Pêşmerge 27 rizgar dike..Ji 3 eniyan hev digirin

Çavkanî: KDP.info
 
Naweran-KDP.info- Berdevkê Ragihandina Şer Emîd Helgurd Hîkmet ragihand ku
 
Hêzên Pêşmerge ji hersê eniyên Başîk, Naweran û Tilisqofê yên bakur û bakurî
 
rojhilatê bajarê Mûsilê pêşde diçin û heta niha devereke baş rizgar kirine.
 
Emîd Helgurd Hîkmet Berdevkê Ragihandina Şer ji malpera KDP.info re ragihand,
 
Di êrişa îro ya Hêzên Pêşmerge de li hersê eniyên Başîk, Naweran û Tilisqofê
 
pêşdeçûneke baş hatiye kirin û devereke berfireh ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin
 
û Pêşmerge li hersê eniyan hev digirin.
 
Hîkmet wiha got, ji êrişa îro re 27 gund hatine diyarkirin ku bên azadkirin û niha
 
pêşdeçûna wan berdewam dike û moralê terorîstên DAIŞê têk çûye û nema Karin
 
bergiriyê bikin, lê gelek mayîn danîne.

Nûçeyên têkildar