Fermandarê Pêşmerge: Em berdewam in li ser lêdana DAIŞê

Başîk-KDP.info- Fermandarê Eniya Başîkê dibêje, hemû amadekarî hatine kirin bo
êrişa ser DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve û kêm maye ku êrişa wan destpê bike.
Herwiha ew fermandar red dike ku li ser daxwaza Tirkiyê êrişên wan li wê eniyê
rawestiya bin.
Hemîd Efendî Fermandarê Eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Hemû
amadekarî bo destpêkirina piroseya azadkirina Mûsilê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve
li eniya me hatine kirin û di demeke nêzîk de dê ew êriş destpê bike.”
Efendî wiha got: “Ew gotinên ku dibêjin Hêzên Pêşmerge li eniya Başîkê ji ber
Tirkiyê piroseya rizgarkirina Mûsilê rawestandine, nerast in û em tenê fermanê ji
serkirdatiya xwe distînin û di demeke pir nêzîk de emê êriş bikin û emê bersiva
wan gotinan bidin.”
Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, li eniya Başîkê tenê Hêzên Pêşmerge di şerê
rizgarkirina Mûsilê de beşdar in û jibilî Hêzên Pêşmerge ti hêzeke din li wir tune
ye. Herwiha DAIŞ dizane ku emê êrişî wan bikin, lewma rastî tirsekî mezin hatine.




