Serok Barzanî û Serfermandarê Artêşa Iraqê behsa şerê Mûsilê kirin

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li
Serfermandarê Artêşa Iraqê kir û di wê hevdîtinê de behsa qonaxa yekema
proseya azadkirina Musilê û serkeftinên hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê kirin.
Roja çarşem 19.10.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
pêşwaziya Ferîqê Yekem Osman Xanimî Serfermandarê Artêşa Iraqê kir.
Li civînê de behsa qonaxa yekema proseya azadkirina Musilê û serkeftinên hêzên
Pêşmerge û Artêşa Iraqê kirin.
Her li vê hevdîtinê de hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li
proseya azadkirina Musilê de bilind nirxandin û piştrastiyê li ser berdewamiya wê
hemahengiyê kirin.




