Hêzên Pêşmerge êrişeke DAIŞê li Şingalê têk birin

Şingal-KDP.info- Hêzên Pêşmerge li Şingalê êrişeke terorîstên DAIŞê têk birin û 2 tomobîlên wan şewtindin û gelek çekdarên wan jî hatin kuştin.
Cîgirê Fermandarê Şingalê yê Hêzên Pêşmerge Emîd Simê Boselî ji malpera KDP.info re ragihand, Îro saet 6ê sibehê terorîstên Pêşmerge derfetê ji rewşa navçeyê bibînin, ku operasyona Mûsilê li rojhilatê Mûsilê destpê kiriye, xwestin li eniya Şingalê tevgerê bikin û pêşde bên lê cihê dilxweşiyê ye ku Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan.
Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, ew şer heta saet 8 berdewam dikir û di encamê de 2 otomobîlên wan hatin şewitandin û gelek terorîst jî hatin kuştin. Hêzên Pêşmerge jî ti ziyanên wan tune bûn û rewş ket bin kontrolê de.




