Şingal- Êrişa îro ya DAIŞê bo vekirina riya Mûsil û Sûriyê bû

Şingal-KDP.info- Qayîmeqamê Şingalê ragihand ku armanca DAIŞê bi êrişa xwe ya îro li ser Şingalê bo vekirina riya sereke ya Mûsil û Sûriyê bû, lê Hêzên Pêşmerge ew pilana wan têk birin û bi tundî li wan dan.
Mehma Xelîl Qayîmeqamê Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand DAIŞ îro êrişî navçeya Zeytûne ya Şingalê kir bo kontrolkirina riya sereke ya di navbera Mûsil û Sûriyê, ku piştî şikestina xwe li Mûsilê karibin birevin Sûriyê.
Mehma Xelîl wiha got, bikaranîna çekên giran û xwekujan di nava otomobîlên bombekirî de ji aliyê DAIŞê ve di êrişa îro de, bo wê yekê bû ku bi her awayekî bû wê riya stratejîk kontrol bikin, lê Hêzên Pêşmerge û Betalyona Kurdên Êzdî ya ser bi Wezareta Pêşmerge ve bi qehremanî li wan dan û êrişa wan têk birin, ew jî piştî gelek ziyanên canî û madî gihandin wan.




