26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

UNHCR peyama Serok Barzanî bo xelkê Mûsilê bilind nirxand

Çavkanî: KDP.info
Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Komîserê
 
Bilind ê Karûbarê Penaberan li Neteweyên Yekgirtî kir.
 
 
Roja sêşem 18.10.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê
 
pêşwaziya Filippo Grandi Komîserê Bilinda Penaberan li rêxistina Neteweyên
 
Yekgirtî û şandekî li gel kir.
 
Di wê hevdîtinê de Komîserê Bilind ê Karûbarê Penaberan li Neteweyên Yekgirtî
 
spasî Herêma Kurdistanê kir ku ji bilî hebûna şer û gef û giriftên aborî
 
mîhvandariya hejmarekî zêdeyê koçber û penaberan kiriye. Her wiha pêzanînên
 
xwe ji bo xwe xemxwirî û hewlên Serok Barzanî ji bo parastina giyanê
 
hemwelatiyên sivîl yên li şerê dijî terorîstên DAIŞê û operasyona azadkirina Musilê
 
hebû û şandina peyama baweriyê ji aliyê Serok Barzanî ji bo nîştecihên Musilê
 
bilind nirxand.
 
Her wiha balkişand li ser nîgeraniyên rêxistina Neteweyên Yekgirtî ya li ser qonaxa
 
piştî DAIŞê û rewşa siyasî ya bajarê Musilê li piştî azadkirina bajar.
 
Li beranber de Serok Barzanî behsa rewşa meydanî ya bereyên şer û plana
 
azadkirina Musilê kir û balkişand li ser hemahengî û operasyona hevbeşa
 
Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li şerê dijî dijminekî hevbeş ku eve bi xwe babetekî
 
dîrokiye û yekemcare rû dide û eve jî ji bo pêdaçûn û binyatnana paşarojê bi
 
derfetek zanî.
 
Di derbarê babeta koçberan Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku li yarmetîdana
 
koçberan û çareserkirina kêşeyên wan de pêwîste hemû aliyek hevkarê hevdû bin.

Nûçeyên têkildar