Şerê Xazirê bi qehremaniya Pêşmerge li cîhanê deng veda

Hewlêr-KDP.info- Piştî destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê qehremaniya
hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çapemeniya hemû cîhanê de deng veda.
Operasyona azadkirina Mûsilê bi fermandariya serokê Herêma Kurdistanê Mesûd
Barzanî de, bi beşdariya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê û artêşa Iraq û hêzên
hevpeyman de destpêkir û di yekem roja operasyonê de hêzên Pêşmergeyên
Kurdistanê karîn 9 gund û navçeyan bi dirêjayiya 200 kîlometre çargoşe erd ji
destên çekdarên terorîst ên DAIŞê derbixin.
Rol û zîrekiya hêzên Pêşmerge di vî şerî de bû cîhê behsa çapemeniya hemû cîhê
Associated Press, Jerusalem online, Euronews, Foreiginpoliciy , alhyae û herwaha
gelek medyayên cîhanê yên bi navûbang cîh da rol û jîrbûna hêzên Pêşmerge.
Di operasyonê de zêdetirî 4 hezar Pêşmerge ji eniya 3 de beşdarbûn û hemû ew
hêzên wek artêşa Iraq, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Heşdî Şeibî û eşîrên
ereban hejmara wan digeheşte 100 hezar kes an.
Cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blenken pêşwazî li destpêkirina şerê
Mûsilê yê rizgarkirina parêzgeha Mûsilê kir.
Li gor raporta Reutersê gotûbêjê wezareta berevaniya Amerîkayê (Pentagon)
Peter Cook ragehandiye hêz û aliyên beşdarî piroseyê bûne di roja yekem de
karîne zêdetirî armancên ku hatine diyar kirin pêkbînin.
Basnews




