26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Cemal Mortke: DAIŞ nema kare bergiriyê bike..Terorîst direvin

Çavkanî: KDP.info
 
Giwêr-KDP.info- Berpirsê eniya Giwêr Cemal Mortke dibêje, Hêzên Pêşmerge li
 
eniya Giwêr di rewşa amadebaşiyê de ne û terorîstên DAIŞê jî nema Karin li ber
 
xwe bidin û direvin.
 
 
Cemal Mortke ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li eniya Giwêr
 
hêj pêşde neçûne lê di rewşa amadebaşiyê de ne bo ku piştevaniya artêşa Iraqê
 
bikin di êrişa li ser bajarê Mûsilê de.”
 
 
Mortke wiha got: “Moralê DAIŞ bi temamî têk çûye û tenê bi riya danîna
 
bombeyan dixwazin rê li pêşiya pêşdeçûnên Pêşmerge û artêşa Iraqê bigirin. DAIŞ
 
tenê dixwaze demê bikuje û em dereng biçin nava bajarê Mûsilê, lê di rastiyê de
 
çekdarên wan nikarin bergiriyê li xwe bikin û direvin.”
 
 
Li gorî wî fermandarê Pêşmerge, “Hêzên wan li eniya Giwêrê pêşde naçin heta ku
 
ferman ji serî ji wan re neyê, ku pilana me ew e çend gundên ereban kontrol bikin,
 
ji ber ku gundên kurdan li vê eniyê berê hemû hatine azadkirin.”

Nûçeyên têkildar