26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kurdên Şebek bi serkeftina Hêzên Pêşmerge kêfxweş in..Hêza wan jî beşdar e

Çavkanî: KDP.info
 
Mûsil-KDP.info- Kurdên Şebek yên ku duhî beşek ji gundên wan ji aliyê Hêzên
 
Pêşmerge ve hatin rizgarkirin, bi wan serkeftinên Pêşmergeyan kêfxweş in û
 
spasiya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge dikin ku karîn di demeke kurt de wan
 
gundan rizgar bikin.
 
 
Nûnerê Kurdên Şebek di Parlemantoya Iraqê de Salim Şebek ji malpera KDP.info
 
re ragihand: “Ji nava 56 gundên Şebek 15 gund hatine rizgarkirin û tê çaverêkirin
 
ku di çend rojên bê de ew gundên din jî bên rizgarkirin.”
 
 
Şebek wiha got: “Niha û piştî azadkirina gundên me xelkê Şebek pir dilxweş in û li
 
cem wan cejin e û ew pir kêfxweş in, lewma em gelekî spasiya Serok Barzanî dikin
 
ku serperiştiya azadkirina gundên me dike, ku tiştekî pir girîng e ji me re, herwiha
 
em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di vê kirîza darayî de berdewam
 
alîkariya me dike.”
 
 
Wî parlemanterê Şebek wiha domand: “Em wek Kurdên Şebek bi hêzekê di
 
çarçoveya Hêzên Pêşmerge de di wî şerî de beşdar in û niha ew hêza me li durêya
 
Hemedaniyê ye.”

Nûçeyên têkildar