26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

DAIŞ 2 carî êriş kir, lê Pêşmerge ji wan re amade bû..Gelek terrorist hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Xazir-KDP.info- Fermandarekî Hêzên Pêşmerge li eniya Xazirê ragihand ku ji şevê din ve terorîstên DAIŞê 2 caran êrişî Hêzên Pêşmerge kirine, lê Hêzên Pêşmerge ji wan re amade bûn û 16 terorîstên wan hatin kuştin.

Emîd Seyid Hejar ji malpera KDP.info re ragihand, Terorîstên DAIŞê ji şevê din ve bi 2 otomobîlên bombekirî êrişî Hêzên Pêşmerge kir, lê Pêşmerge rûbirûyê wan bû û herwiha balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li wan dan, di encamê de me herdu otomobîl teqandin û 16 çekdarên wan jî hatin kuştin.

Wî fermandarê Pêşmerge got ku, îro jî wan terorîstan êriş kirin lê dîsa êrişa wan hat têkbirin û gelek ziyan gihîştin wan terorîstan.

Li gorî Seyid Hejar, di êrişa duhî ya Hêzên Pêşmerge de ku 9 gund hatin rizgarkirin, 25 termên wan terorîstan ketin destê Pêşmerge de.

Nûçeyên têkildar