26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serperiştiya operasyonê ji aliyê Serok Barzanî ve bû sedema serkeftina wê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Bi serperiştiya Serok Barzanî qonaxa yekem a piroseya azadkirina Mûsilê bi serkeftî bi dawî hat û 9 gund hatin kontrolkirin. Pisporekî leşkerî jî dibêje, serkeftin û azadkirina wan gundan di wê dema kurt de navekî din li ser asta navdewletî dide Hêzên Pêşmerge, herwiha serperiştiya wê operasyonê ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ve bû sedem ku pilana şer % 100 cîbicî bibe û serkeftin bidestve bê.

Eqîd Mesûd Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev cara yekê ye ku Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê di operasyoneke leşkerî hevbeş de beşdar dibin, ew jî piştî wê yekê hat ku Hêzên Pêşmerge li Mûsilê 5 eniyên şer di bin destê wan de ne bi serperiştiya Serok Barzanî, ku vê yekê hêzên Iraqê neçar kirin hevpeymaniyê ligel Herêma Kurdistanê bikin, ji ber ku şerê Mûsilê ne wek şerê Rumadî û Feluca ye û ev şer divê bi çend qonaxan bê kirin.”

Wî pisporê leşkerî wiha got: “Piştî qonaxa yekê, dê qonaxa B destpê bike tê de dê pilan bê danîn ku çawa Hêzên Pêşmerge bikaribin xeteke bergiriyê çêbikin bo koçberan û piştre dê Hêzên Pêşmerge piştevaniyê li wan hêzan bike ku dê biçin Mûsilê, ji ber ku di qonaxa duyem de dê hêzên Dije Terorê şerê kolanan bikin, ku dê şerekî mezin be û zêdetirî milyonek û nîv sivîl di wî bajêrî de ne.”

Mesûd Salih wiha domand: “Serkeftin û azadkirina 9 gundan di wê dema kurt de ji aliyê Hêzên Pêşmerge de navekî din li ser asta navdewletî dide Hêzên Pêşmerge, herwiha her operasyonek ku Serok Barzanî serperiştiya wê dike bi serkeftina % 100 bi dawî tê, ji ber ku kesayetiya wî moraleke mezin dide Hêzên Pêşmerge.”

Nûçeyên têkildar