Yezdanpena: Em hêzeke din li rojavayê Kerkûkê qebûl nakin

Kerkûk-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge dibêje, ew rê nadin artêşa Iraqê ku bê eniya wan li rojavayê Kerkûkê, ji ber ku dê piştre ji Kurdistanê re bibin pirsgirêk û bêjin em venakişin.
Fermandarê Hêzên Partiya Azadiya Kurdistanê Husên Yezdanpena ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û li hêviya fermanê ne, ku divê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wek fermandarê giştî wê fermanê bide û herwiha divê hevahengî hebe ligel Hevpeymaniya Navdewletî.”
Yezdanpena wiha got: “Em qebûl nakin ti hêzek jibilî pêşmergeyan ji eniya rojavayê Kerkûkê êriş bike ser Hewîceyê û pêdviya Pêşmerge bi ti hêzeke din tune ye û em nahêlin Bexda bi wê hincetê hêza xwe bixe navçeyê, ji ber ku dê piştre ji Kurdistanê re bibin pirsgirêk û bêjin em venakişin. Eger em rê bidin wan jî dê bi merc be ku piştî şer vegerin navçeyên xwe.”




