Pisporekî siyasî: Bi rizgarkirina Mûsilê dê nexşeya Iraqê jî bê guhertin

Hewlêr-KDP.info- Mamosteyekî zanîngehê û pisporê siyasî dibêje bi rizgarkirin
bajarê Mûsilê ji destê terorîstan dê guhertin bi ser nexşeya Iraqê jî bê. Herwiha
dibêje, piştî derxistina DAIŞ ji Mûsilê dê Hihûmeta Iraqê nikaribe wek berê biryarê
li ser çarenivîsa wî bajêrî bide.
Zêrevan Berwarî Mamosteyê Zanîngehê û Pisporê Siyasî ji malpera KDP.info re
ragihand: “Bi nêrîna min ligel girtina Mûsilê dê guhertin bi ser nexşeya siyasî ya
Iraqê were, ku ew guhertin dê li ser bingeha berjewendiyên siyasî bin û ew
guhertin dê li ser nexşeya ciyosiyasî ya Mûsilê be. Heta niha Kurd, Şîe û Sune li ser
dabeşkirina Mûsilê lihev nekirine, lê ez dibînim ku piştî rizgarkirina wî bajêrî dê
têgiheştinek siyasî çêbibe û guhertin bi ser nexşeya siyasî çêbibe.”
Berwarî wiha got: “Ji hemû tiştî giringtir, piştî rizgarkirina Mûsilê dê dewleta Iraqê
nikaribe biryarê li ser çarenivîsa wî bajêrî bide, ji ber ku Mûsil bûye dosyeyekî
herêmî û gelek aliyên herêmî di girtina wî de beşdar in û ew yek bandorekê li ser
biryara siyasî dike. Ji aliyekî din ve destêwerdana welatên herêmî di piroseya
rizgarkirina Mûsilê de bandorê li ser wê piroseyê dike lê bawer nakim ku ew yek
piroseyê têk bide, lê dibe ku nakokî di navbera Tirkiye û Îran de çêbibe.”




