Hêza Kurdên Şebek di nava Pêşmerge de di şer de beşdar bû

Xazir-KDP.info- Nûnerê Kurdên Şebek di Parlemantoya Iraqê de ragihand ku di
êrişa îro ya Hêzên Pêşmerge li Xazirê de 9 gundên Şebekan hatin rizgarkirin û tê
çaverêkirin ku heta disbe hemû gundên wan bên azadkirin.
Mela Salim Şebek Nûnerê Kurdên Şebek di Parlemantoya Iraqê de ji malpera
KDP.info re ragihand: “Di êrişa îro ya Hêzên Pêşmerge li Xazirê de 9 gundên
Şebekan hatin rizgarkirin û niha Hêzên Pêşmerge gihîştine durêya Qereqoşê û tê
çaverêkirin ku heta disbe hemû gundên Kurdên Şebek bên rizgarkirin, ku hejmara
wan 41 gund in.”
Wî parlemanterê Şebek wiha got: “Îro em wek Kurdên Şebek bi fewcekê di
çarçoveya Hêzên Pêşmerge di şer de beşdar bûn.”




