26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêzîkî 100 terorîstên DAIŞê hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info
 
Mûsil-KDP.info- Çavkaniyeke agahdar ji bajarê Mûsilê eşkere kir ku di encama
 
êrişa îro ya Hêzên Pêşmerge de li eniya Xazirê li ser DAIŞê, 100 terorîst hatin
 
kuştin.
 
 
Seid Memozînî Berpirsê Ragihandina Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê ji malpera KDP.info
 
re ragihand: “Piştî ku îro Hêzên Pêşmerge êrişeke berfireh kirin ser terorîstên
 
DAIŞê û derbeyên mezin li wan dan, 40 çekdarên DAIŞê ji şer reviya bûn, lê DAIŞ
 
ew 40 çekdar dane ber guleyan û hemû kuştine.”
 
 
Memozînî wiha got: “Jibilî kuştina wan 40 çekdaran, 100 çekdarên din ên DAIŞê
 
hatine kuştin û gelek jî birîndar bûne.”

Nûçeyên têkildar