Macid Şingalî: Yek çekdarê PKKê naçe bajarê Mûsilê

Bexda-KDP.info- Nûnerekî Kurd di Parlemantoya Iraqê de ragihand ku şerê girtina Mûsilê dê çend rojan dirêj bike û yek çekdarê PKKê jî naçe nava bajarê Mûsilê.
Dr. Macid Şingalî Parlemanterê Kurd li Bexdayê ji malpera KDP.info re ragihand: “Operasyona girtina bajarê Mûsilê dê çend rojan dirêj bike û çekdarên DAIŞê nikarin bergiriyeke mezin bikim. Bi vê yekê DAIŞ li Neynewa dê bi dawî were û bi wê yekê dê DAIŞ ji navçeyên Kurdistanî jî vekişe û wisa hemû navçeyên Kurdistanî rizgar bibin û bikevin ser Herêma Kurdistanê.”
Şingalî wiha got: “Pilana şerê Mûsilê bidawî hatiye û pirsa beşdariya Heşda Şeibî û çekdarên PKKê di wî şerî de bi dawî hatiye û yek çekdarê PKKê beşdarî şerê Mûsilê nake.”




