Serok Barzanî û Ebadî dema êrişa ser Mûsilê diyar kirin

Hewlêr-KDP.info- Di pêwendiyeke telefonî de, di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, dema êrişa ser Mûsilê hat diyarkirin.
Demjimêr 12 ê şevê 16. li ser 17.10.2016 li peywendiyekî telefonî ya di navbera Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Heyder Ebadî Serok Wezîrê Iraqê amadekariyên ji bo destpêka operasyona azadkirina Musilê nirxandin û tekez jî li ser hemahengiya tevahî ya di navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê kirin. Herwiha demjimêr sifira destpêka operasyonê hate diyar kirin.
Her derbarê wê operasyonê, di daxuyaniyekê de Fermandehiya Giştî ya Hêzên Çekdar a Herêma Kurdistanê destpêkirina operasyona rizgarkirina Mûsilê ragihand û got, Nêzîkî saet 6ê sibeha îro Duşemê piroseyekî berfireh ji aliyê Hêzên Pêşmerge li Xazira rojhilatê Mûsilê, bi hevahengî ligel hêzên Iraqê li Giwêr û Geyare li başûrê Mûsilê destpê kir, ew jî wek qonaxa yekem ji piroseya rizgarkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞê.




