Pêşmerge çend gund rizgar kirin..Pêşmerge ji 3 aliyan êriş kirin

Xazir-KDP.info- Berdevkê şaneya ragihandinê ya şer Emîd Helgurd Hîkmet ragihand ku piroseya rizgarkirina Mûsilê destpê kiriye û heta niha 5 heta 7 gund bi temamî ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine kontrolkirin û hêj pêşdeçûnên wan berdewam in. Hîkmet tekez kir ku Serokê Herêma Kurdistanê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serperiştiya wî şerî dike.
Emîd Helgurd Hîkmet Berdevkê şaneya ragihandinê ya şer ji malpera KDP.info re ragihand: “Îro serê sibehê bi serperiştiya Serok Barzanî ji 3 aliyan ve Hêzên Pêşmerge dest bi operasyoneke berfireh kirin bo şikandina DAIŞê û heta niha nêzîkî 7 gund rizgar kirine.”
Li gorî Hîkmet, di êrişa îro de tenê Hêzên Pêşmerge beşdar in û ti hêzeke din ne beşdar e û wek qonaxa yekem di serî de wan ji eniya Xazirê êriş kirin.




