Turkman: Serok Barzanî wek bavê pêkhatên cuda ye

Hewlêr-KDP.info- Serokê partiyeke Turkmanî li Kurdisatanê amaje dike bi rola Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di parêzgariyê de li pêkhatên cuda yên Kurdistanê û dibêje, Serok Barzanî garentiya parêzgariyê li mafê pêkhateyan û wek bavê wan e.
Kerxî Altî Birmax Serokê Tevgera Demokrat a Kurdistanê ji malpera KDP.info re ragihand: “Barzanî bûye wek bavekî ji pêkhatên cuda yên Kurdistanê û ne tenê wek serokê neteweyekê kar dike û xema hemû neteweyên cuda yên Kurdistanê dixwe.”
Birmax wiha got: “Barzanî xemxurê Turkman û neteweyên cuda yên din e, lewma peyama wî ya îro pir girîng û pîroz bû. Xelkê Deşta Neynewa gelek zilm û êş dîtine, lewma pir girîng e ew peyam bi girîng bê dîtin û parêzgariyê li xwe bikin. Hêzên Pêşmerge jî piştevanekî bihêz in da ku êdî kes nikaribe destdirêjiyê bike ser pêkhatên cuda û pêkvejiyanê.”
Serokê Tevgera Demokrat a Kurdistanê wiha domand: “Divê em bi hemû pêkhatên cuda piştevaniyê li hewlên Barzanî bikin û me tekez li ser wê yekê kiriye ku divê pêkhatên cuda bikevin nava Hêzên Pêşmerge û Serok Barzanî ji wî yekê razî ye û piştî ku ew razî bû gelek xort û ciwan tevlî refên Pêşmerge bûn.”




