26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mîranî: Em ligel çalakirina parlemantoyê ne..Divê têgiheştineke giştî hebe

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku ew di nava
 
PDKê de xwedî dibistaneke taybet bi reftar û helsukewt in herwiha ew wek
 
Polîtburoya PDKê piştgiriyê li Frakisyona PDKê di Parlemantoya Kurdistabê de
 
dikin. Mîranî ragihand ku partiya wî bi berpirsyaretiyeke mezin ligel çalakirina
 
parlemantoyê ne lê divê bi têgiheştineke giştî be.
 
 
Îro li navenda Polîtburoya PDKê Mîranî pêşwazî li Cîgirê Serokê Parlemantoya
 
Kurdistanê Ceifer Êmînkî û Frakisyona PDKê di parlemantoyê de kir, ew jî bi
 
mebesta gotûbêjkirina hin pirsên Kurdistanê û Iraqê û navçeyê.
 
 
Di wê hevdîtinê de, Fazil Mîranî behsa rola giringî ya Parlemantoya Kurdistanê kir
 
û pesnê rola Frakisyona PDKê kir û ew rol bilind nirxand û tekez kir ku PDKê xwedî
 
dibistaneke taybet bi reftar û helsukewt in herwiha ew wek Polîtburoya PDKê
 
piştgiriyê li Frakisyona PDKê di Parlemantoya Kurdistabê de dikin.
 
 
Mîranî amaje bi rola girîng a qehremanên Hêzên Pêşmerge bi serokatiya
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Pêşmerge di parastina axa Kurdistanê û nirxên
 
mirovatiyê û ewlehiyê û asayişê de kir.
 
 
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî ragihand ku partiya wî bi
 
berpirsyaretiyeke mezin ligel çalakirina parlemantoyê ne lê divê bi têgiheştineke
 
giştî be.

Nûçeyên têkildar