Pilanek hevbeş heye bo romalkirina şerê Mûsilê

Başîk-KDP.info- Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Rewşenbîriyê di Wezareta
Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de Emîd Helgurd Hîkmet ragihand ku pilanekî
hevbeş heye bo şopandina piroseya azadkirina Mûsilê ji aliyê medya ve û her
pêşdeçûnek dê tenê bi riya kongireyên rojnamevaniyê û daxuyaniyên fermî bên
ragihandin.
Emîd Helgurd Hîkmet Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Rewşenbîriyê di Wezareta
Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê de ji malpera KDP.info re ragihand: “Pilanekî
hevbeş heye bo şopandina piroseya azadkirina Mûsilê ji aliyê medya ve, ew jî wek
wan navên wan televizyonên ku dikarin wî şerî bişopînin û biçin eniyên şer.”
Hîkmet wiha got: “Eşkerekirina pêşhatên dawî yên şer emê hewl bidin ku bi riya
kongireyên rojnamevanî yan daxuyaniyên fermî bin, ku her roj dê çend
daxuyaniyên fermî bên belavkirin. Ji aliyekî din ve Serokê Herêma Kurdistanê
Mesûd Barzanî wek Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar li Herêma Kurdistanê dê
serperiştiya tevahiya wê operasyonê bike û dê daxuyaniyên fermî ji ofîsa wî
derkevin.”
Emîd Helgurd Hîkmet wiha domand: “Bo şerê Mûsilê hevahengî û têgiheştineke
mezin di navbera hevpeymaniya navdewletî û di nav de jî Hêzên Pêşmerge û
artêşa Iraqê de heye, ji ber ku wek em dizanin li ser astekî pilebilind di navbera
Serok Barzanî û Hikûmeta Iraqê de rêkeftinek siyasî û leşkerî di navbera Hewlêr û
Bexdayê de hat kirin. Ji aliyekî din ve ew hêzên ku hatine navçeyê bo şerê Mûsilê
hemû hêzên artêşa Iraqê ne û bi ti awayekî Heşda Şeibî di nava wan de tune ye.”




