26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Receb: Şerê Mûsilê pir nêzîk e..DAIŞ pir lawaz bûye

Çavkanî: KDP.info
 
Mûsil-KDP.info- Berpirsê Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê Îsmet Receb
 
ragihand ku amadekariyên temam hatine kirin bo destpêkirina
 
operasyona rizgarkirina Mûsilê û DAIŞ niha pir lawaz û şeperze bûye.
 
 
Îsmet Receb Berpirsê Şaxa 14 ya PDKê li Mûsilê ji malpera KDP.info re
 
ragihand: “Şerê rizgarkirina Mûsilê pir nêzîk bûye û pilana wî şerî bi rêk
 
û pêkî katiye danîn. Dê hevahengî di navbera Hêzên Pêşmerge û artêşa
 
Iraqê û balafirên hevpeymaniya navdewletî de hebe ku li hin cihan dê
 
tenê Pêşmerge beşdar bin û li hin cihan jî tenê artêşa Iraqê şer bike, ew
 
jî bi piştevaniya balafirên şer ên Iraqê.”
 
 
Receb wiha got: “Bo navenda Mûsilê dê tenê polîs û artêşa Iraqê pêşde
 
biçin. DAIŞ li nava Mûsilê pir lawaz û şeperze bûye û xwe amade dike bo
 
bergiriyê.”

Nûçeyên têkildar