Serhed Qadir: DAIŞ li Hewîca şeperze bûye û direvin
Kerkûk-KDP.info- Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir ragihand ku terorîstên DAIŞê ligel nêzkbûna dema kontrolkirina Hewîca û Riyaz bi temamî şeperze bûne û niha ji wir direvin.
Emîd Serhed Qadir Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ligel nêzkbûna dema operasyona azadkirina qeza Hewîce û nahiyeya Riyazê terorîstên DAIŞê li wan herdu navçeyan şeperze bûne û direvin, herwiha hejmara wan li wir gelekî kêm bûye û îro jî 5 kes ji eşîra Betûş îdam kirin bi tometa alîkariya hêzên ewlehiyê û piştre ew avêtin nav petrolê.”
Rêveberê Polîsê Qeza û Nahiyeyên Kerkûkê wiha got: “Terorîstên DAIŞê hejmarek otomobîlên bombekirî li nêzîkî navenda karebayê amade kirine.”




