Bozanî: 3400 Êzdî di destê DAIŞê de mane

Hewlêr-KDP.info- Rêveberê Karûbarê Êzdiyan di Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî Xeyrî Bozanî ragihand ku piroseya rizgarkirina keç û jinên Êzdî hêj berdewam e. Herwiha da zanîn ku zêdetirî 3 hezar û 400 keç û jinên Êzdî di destê DAIŞê de mane.
Xeyrî Bozanî Rêveberê Karûbarê Êzdiyan di Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî ji malpera KDP.info re ragihand: “Heta niha zêdetirî 3400 zilam û jinên Kurdên Êzdî di bin destê terorîstên DAIŞê de ne û piroseya rizgarkirina jin û keçên Êzdî berdewam dike, lê metirsî heye ku beriye destpêkirina şerê Mûsilê DAIŞ wan keç û jinan bibe derveyî Iraqê, ji ber ku beriya niha di dema kontrolkirina Feluca û Geyara û Enbar de ji me re eşkere bû ku keç û jinên Êzdî li wir hebûn lê bo deverên din hatin veguhestin.”
Bozanî wiha got: “Me ti tîmên taybet amade nekirine ku ligel Hêzên Pêşmerge li wan keç û jinan li nava Mûsilê bigerin, lê hin tedbîrên me hene û em wan eşkere nakin.”




