26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Edhem Barzanî: Divê lêkolînên hûr li ser dahata Silêmaniyê were kirin

Çavkanî: KDP.info
 
Silêmanî-KDP.info- Serokê Encûmena Partiya Demokrata Kurdistanê
 
(PDK) li Silêmaniyê û Helebce Edhem Barzanî raghand ku, “Divê
 
lêkolînên hûr li ser dahata Silêmaniyê bên kirin, da ku xelkê vê deverê
 
bizanibin dahatê wan bi diçe ku û çawa tê xerckirin.”
 
 
 
Edhem Barzanî ji malpera KDP.info re ragehand: “Jibo em bersiva pirsên
 
derbarê dahata Silêmaniyê bidin, lêkolînên rijd û bi hurgilî divên, jiber
 
wek hemû alî dizanin ku, piştî komîteyek hate destnîşan kirin, hat
 
belavkirin ku ew komîte ne yasayî ye û nikare pêdaçûnê li keysa dahatê
 
Silêmaniyê bike, û komek tiştên nû hatin gotin, ev yek jî diyar dike ku, li
 
ser dahatê Silêmaniyê nezelabûnek mezin heye û hin alî naxwazin bi
 
zelalî dahatê Silêmaniyê were eşkere kirin.”
 
 
 
Edhem Barzanî eşkere jî kir: “Coreyekî nezelalî di dahatê Silêmaniyê de
 
heye, dibe ku li navçeyek din jî nezelalî li ser dahat hebe û hemû
 
babetên darayî yên hikûmetê pêwîstî zelaliyê ne, lêbelê li navçeyên din
 
dahat jibo hikûmetê vegeriyan, min bi xwe jî bihîztiye ji berpirsên mezin
 
ên hikûmetê ku eve demek dirêje dahatê vê navçeyê neketiya xezîna
 
hikûmetê û heger dahat vegeriyabe ji bo hikûmetê, bi rêjeyek herî
 
kêm.”
 
 
 
Navborî amaje bi wê yekê jî kir: “Divê lêkolîneyên hûr li ser dahatê
 
Silêmaniyê were kirin, ka çawa dahat tê xerckirin, li ku tê xerckirin û kî
 
xerc dike? Lê belê ev mijar gelekî aloz e, lewma bi baweriya min bi vê
 
komîteya ku encûmena Parêzgeha Silêmaniyê hemû mijarên dahata
 
Silêmaniyê were eşkerekirin.”

Nûçeyên têkildar