Îtalya dê nêzîk alîkariyên leşkerî bide Hêzên Pêşmerge

Hewlêr-KDP.info- Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr
Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê Karko Karnêlos û şanda ligel wî
kir ûamaje I wê yekê kir ku “Heger hêzên peşdarbûyî di operasyona
azadkirina Mûsilê de neyên kontirolkirin, dibe ku şerekî taifî û netweyî
rûbide.”
Di civînê de ku, Konsulê Îtalya li Hewlêrê amade bû, dawî rewşa siyasî û
leşkerî ya navçeyê û metirsî û nakokiyên derbarê operasyona azadkirina
Mûsilê hene û qonaxa piştî azadkirina Mûsilê û pêdawîstiyên leşkerî û
hemahingiya navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku, divê hemû pirsgirêk, ji bo
parastina seqamgîrî û aramiya navçeyê bi gotûbêjan werein
çareserkirin.
Mesrûr Barzanî tekez kir ku, divê hemû hesasiyet û xalên hestiyar
berbiçav werin girtin û werin çareserkirin, jiber heger ev hêzên beşdar
di şerê Mûsilê de neyên kontirolkirin, dibe ku şerekî taifî mezin derkeve
holê.
Ji aliyê xwe ve Marko Karnêlos behsa rola Hêzên Pêşmerge kir û tekez
kir ku, welatê wî dê berdewam be li ser alîkariyên xwe bo Herêma
Kurdistanê û Pêşmerge.
Di dawiya hevdîtinê de, Balyozê Îtalya diyariyek simbolîk pêşkêşî Mesrûr
Barzanî kir û tekezî li ser bihêzbûna pêwendiyên herdu aliyan kir.




