26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Balyozê Îtalya behsa şerê Mûsilê kirin

Çavkanî: KDP.info

 Hewlêr-KDP.info- Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalya li Iraqê kir û di wê hevdîtinê de operasyona azadkirina Musil û rewşa siyasiya Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan.

Roja şemî 15.10.2016 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Marko Karnêlos Balyozê Îtalya li Iraq û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Îtalya li Iraqê Serok Barzanî ji hewlên welatê xwe ya ji bo yarmetîdan û meşq û rahênana Pêşmerge û her wiha parastin û nûjenkirina Bendava Musil ji aliyê şêwirmend û endazyarên Îtalya ve agahdar kir. Her wiha spasî hevkarî û hêsankariya lojistîkî ya Herêma Kurdistanê ya ji bo hêzên Îtalya kir. Ji bilî derbirîna nîgeraniya welatê xwe ya ji qonaxa piştî DAIŞê û ji bo serkirdayetîkirina şerê dijî terorîstan û her wiha serdana serkeftiya Bexdayê destxweşiyê li Serok Barzanî kir.

Her li vê civînê de operasyona azadkirina Musil û rewşa siyasiya Iraq û navçeyê xistin ber behs û guftûgoyan û Serok Barzanî wê yekê dûpat kir ku di şerê terorîstan de pêwîst e hemû aliyek jinavbirina terorê de take ajanda hebê.

Nûçeyên têkildar