26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Me û Bexda li ser Mûsilê lihev kiriye..Pêşmerge amade ne

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got ku Hewlêr û
 
Bexda li ser wê yekê rêkeftine ku ji bo kontrol û serpereştiya rewşa piştî azadkirina
 
Mûsilê komîteyekî hevbeş bê avakirin.
 
 
 
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
 
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
 
Ev demeke dirêje li ragihandin û navendên siyasiyên navxweyî û derveyî behsa
 
amadekariyên operasyona azadkirina Musilê tê kirin û têkşikandina DAIŞê û
 
azadkirina Musilê jî ji bo Herêma Kurdistanê girîngiyeke xwe ya taybet heye û
 
ewlewiyeta siyaseta Herêma Kurdistanê ye.
 
 
 
Bi pêwîstî dizanim li vî derbarî de bi hemû aliyek ragihînim ku amadekariyên
 
tevahî ya destpêka operasyona azadkirina Musil hatiye kirin û li vê çarçêweyê da jî
 
rêkkeftin li navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Artêşa Iraqê da hatiye kirin.
 
 
 
Di vê rêkkeftinê da jî çawayiya operasyonê û kar û erkê serbazî ya hemû hêz û
 
yekîneyên beşdarbûyên operasyonê bi hurî hatine diyar kirin û pabendbûna
 
tevahî ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi cîhkirina rêkkeftinê de dûpat dikin.
 
 
 
Hemahengiyeke tevahî li navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê heye û hemû
 
hewlek jî didin ku pêkve nehêlîn hîç rûdaneke nexwastî bê pêş.
 
 
 
Her wiha Hewlêr û Bexda li ser ewe rêkkeftine ku komîteyekî bilinda siyasî û
 
hevbeş bê pêkanîn ji bo kontrol û serpereştîkirina rewş û pêşhatên li piştî
 
azadkirina Musilê.
 
 
 
Hêviya wê yekê dixwazim operasyona azadkirina Musil bi serkeftî bê encamdan û
 
nîştecihên bajarê Musilê jî ji zulma terorîstên DAIŞê rizgar bibin û xelkê koçberên
 
Musil û parêzgeha Neynewa bi bexteweriyê de vegerin bajar û navçeyên xwe.
 
 
 
Mesûd Barzanî
 
15.10.2016

Nûçeyên têkildar