26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî bo Ebadî: Li rojavayê Kerkûkê pêdvî bi artêşa Iraqê tune ye

Çavkanî: KDP.info

 

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dubiz Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku wî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî re gotiye li eniya wî pêdvî bi artêşa Iraqê û Heşda Şeibî tune ye, ji ber ku ew têra xwe hene û pilana wan bo şer heye.

 

Duhî Ebadî serdana parêzgeha Kerkûkê kir û ji aliyê berpirsên eniyên Kerkûkê ve hat pêşwazîkirin.

 

Derbarê wê serdanê de Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dubiz ji malpera KDP.info re ragihand: “Me behsa destpêka hatina DAIŞê bo parêzgeha Kerkûkê kir û me jê re got ku Hêzên Pêşmerge bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û cîgirê wî Kosret Resûl rê li pêşiya wan girtin ku têkevin Kerkûkê û piştre jî me qonax bi qonax karî li wan bidin û bi pilan wan ji Kerkûkê dûr bikin û navçeyeke berfireh ji destê wan derxînin. Niha jî Hêzên Pêşmerge amade ne ji şikandina DAIŞê re û baweriya me bi me heye ku emê hêzên dagîrker ji axa Kurdistanê derxînin.”

 

Kerkûkî wiha got: “Me ji Ebadî re got jî ku di 30 meha 9an a îsal de Hêzên Pêşmerge tenê 22 km nêzîkî Hewîce bibûn, lê balafirên Iraqê hatin ser wan û 3 caran li wan dan û nehiştin pêşde biçin. Lê Ebadî da zanîn ku ew yek bi şaşî bû û qet dûbare nabe û Pêşmerge li cem wan qedirbilind in û pir girîng in.”

 

Dr. Kemal Kerkûkî wiha domand: “Me ji Ebadî re got jî ku Hêzên Pêşmerge yên serbilind ligel derfetên kêm ji çek û teqemenî û bê mûçe, Kerkûk û bi hemû pêkhatên wê bê cudahî parastin û niha jî diparêzin. Min jî jê re got ku li eniya min bi ti awayî pêdvî bi Heşda Şeibî û artêşa Iraqê tune ye.”

Nûçeyên têkildar