Êmînkî: Pûçkirina karê Parlemanto bo şikendina serxwebûnê bû

Hewlêr-KDP.info- Cîgirê Serokê Parlemantoya Kurdistanê Dr. Ceifer Êmînkî ragihand ew aliyên siyasî yên ku karê Parlemantoya Kurdistanê pûç kirin, mebesta wan şikendina hewla amadekariyên bo serxwebûna Kurdistanê bû.
Dr. Ceifer Êmînkî Cîgirê Serokê Parlemantoya Kurdistanê ku ser bi PDKê ve ye ragihand ku ew hewlên hatin dayin di pûçkirina karê parlemantoyê de bo jinavbirina yekrêziya navmala Başûrê Kurdistanê bû.
Êmînkî wiha got: “Em û hemû aliyan wê demê me lihev kir ku kar li ser pêngavên serxwebûnê bikin, lê hin aliyên siyasî kar kirin li ser pûçkirina karê parlemantoyê ew jî bi armanca têkbirina hewla serxwebûnê. Dema ew dibêjin em serxwebûnê dixwazin, tenê gotin e û ew bi rastî wê yekê naxwazin û ji xelkê re jî dibêjin dê serxwebûna Kurdistanê deriyê welatan li ser me bigire.”




