Li Dihokê Dîdara medyagerên Başûr-Rojava

Duhî (5/12/2012) li demjmêr 10 sibehê li hola Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Dihokê bi amedebûna Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan yê Herêma Kurdistanê û gelek medyakarên Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê Dîdara Medyakarên Başûr-Rojava destpêkir.
Piştî vekirina peyvê, Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan birêz Kawa Mehmûd der barê Dîdara Meydakarên Başûr-Rojava de axivitinek pêşkêşkir. Birêz Kawa Mehmûd ev dîdare bi girîngî bi nav kir û bal kişande ku ew li berin Kongreyeke Medyakaran yên çar parçeyên Kurdistanê li dar bixin û hêvî kir ku di vî warî de têkeliyên çar parçeyan xurt bibin.
Paşê peyva Parêzgerê Dihokê û peyva Sendîka ya Rojnamevanên Kurdistanê hate xwendin. Piştî wê Koma Armanc ya govendê derkete ser dikê û bi govendên xwe yên cur be cur rengek din yê xweşik û dilveker da rûyê amadevan û mêhvanan.
Selwa Silêman endama Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûryê di vê derbarê de got: " Me karê rojnamevaniyê di şoreşa niha ya gelê Sûriyayê de kir, belê rêjîmê gelek zordarî li me dike û em nikarin bi azadî karê xwe yê rojnamevaniyê bikin."
Bernameya Dîdara Meydakarên Başûr-Rojava:
Roja yekê:
1- Vekirina û peyv xwendina û Sirûda Ey Reqîb
2- Peyva Wezîrê Rewşenbîrî û Lawan
3- Peyva Parzgerê Duhokê û Peyva Sendîka ya Rojnamevanên Kurdistanê û Mûzîk û govend (Koma Armanc).
Penalê yekê danê sibê; Medya, ziman û netew:
1- Bavê Nazê (Zimanzan)
2- Lewend Husên (Endamê Yekîtiya Rojnamevanên Kurd li Sûryê)
3- Ferîdon Saman (Rojnamevan)
Penalê duyê danê êvarê; Medya, Êtik û zagon:
1- Dr. Ridwan Behdînî
2- Sîrwan Berko (Berpirsê malper Aûde.net)
3- Elî Bedirxan
Roja duyê
Danê sibê; Medya û yekbûna gotara Kurdî:
1- Mamend Roje
2- Ziryan Rojhilatî
3- Mihemed Mîro û Arêf Cabo
Danê êvarê
Medya, Aştî û Demokrasî:
1- Newaf Ebdela/Bavê Dara
2- Dr. Azad Elî
Dîdara Medyakarên Başûr-Rojava dê du rojan (5-6/12/2012) dom dike.




