26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingalî: PKK bi pilana Îran û Malikî li Şingalê ye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Kesayetiya Êzdî Seîd Şingalî dibêje mana PKK li Şingalê bi pilana Malikî û Îranê ye, ku ew pilan bi hevre danîne bo têkdana rewşa Şingalê û Bexda mehane 400 dolarî dide çekdarên PKKê tenê bo têkdana rewşê.

Seîd Şingalî ji malpera KDP.info re ragihand: “Mana PKK li Şingalê ne tenê li ser asta PKKê ye û pilanekî Malikî û Îranê ye ku pêkve ew pilan danîne bo têkdana rewşa Şingalê û dixwazin bi wê pilanê pirsgirêkê têxin navbera Misilman û Êzdiyan, lê ew pilan naçe serî û Misilman û Êzdî bira ne û dive di demeke nêzîk de PKK ji Şingalê derkeve.”

Şingalî wiha got: “Mixabin ew aliyê ku xwe wek Kurd dide xuyakirin bûne destek bo têkdana rewşa xelkê Şingalê. Malikî mehane 400 dolaran dide çekdarên PKKê bo têkdana rewşa Şingalê û ji dema kiu Şingal rizgar bûye û heta niha ew dibêjin em bi fermana Bexda li Şingalê ne û em ji Şingalê venakişin û niha roj bi roj hejmara çekdarên xwe zêde dikin.”
 

Nûçeyên têkildar