26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermandarê Pêşmerge: Serkirdeyên DAIŞê ji Mûsilê direvin

Çavkanî: KDP.info

Naweran-KDP.info- Berpirsê Eniya Naweranê ya Hêzên Pêşmerge Serbest Tirwanşî ragihand ku DAIŞ hemû tiştekî dike ku Mûsil ji destê wê dernekeve, lê serkirdeyên wê yên pilebilind ji Mûsilê direvin û tenê hinek ji wan li nava Mûsilê mane.

Serbest Tirwanşî Berpirsê Eniya Naweranê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “DAIŞ roj bi roj ber bi lawazbûnê ve diçe û gelekî ji berê lawaztir bûye û baweriya xelkê bi wan nemaye û piraniya wan moralê wan têk çûye, lê dîsa jî nabe em ji wan xafil bibin û divê em bi tundî li wan bidin.”

Tirwanşî wiha got: “DAIŞ her tiştekî dike ku Mûsil ji destê wê neçe û hemû hewlên xwe didin bo wê yekê, lê serkirdeyên wan ji Mûsilê reviyane û hîn jî direvin ji ber ku dizanin dê Mûsil ji destê wan here. Bi taybetî jî ji Hêzên Pêşmerge ditirsin ji ber ku Pêşmerge li wan dane û ew şikandine. Herwiha Pêşmerge niha di rewşa amadebaşiyê de ne bo şerê wî bajêrî.”
 

Nûçeyên têkildar