Edhem Barzanî: Hin alî li daxwazên rewa yên xelkê siwar bûn

Silêmanî-KDP.info- Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebçe Edhem Barzanî ragihand ku par xelk li Silêmaniyê êrişî navendên PDKê kirin ku hin aliyên siyasî li ser daxwazên wan ên rewa siwar bibûn û ew aliyên siyasî sûd ji nerazîbûnên wan wergirtibûn bo têkdana rewşê û jiyana xelkê.
Edhem Barzanî Serokê Encumena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebçe ji malpera KDP.info re ragihand: “Par xelk li Silêmaniyê êrişî navendên PDKê kirin ku hin aliyên siyasî li ser daxwazên wan ên rewa siwar bibûn û ew aliyên siyasî sûd ji nerazîbûnên wan wergirtibûn bo têkdana rewşê û jiyana xelkê, ku berî xwepêşandanan dan berjewendiyên xwe yên taybetî.”
Barzanî derbarê cezakirina tawanbarên ku par ew alozî çêkirin, got ku, heta tedbîrên yasayî neyên girtin, dibe ku aramî û asayiş bi temamî li hemû Kurdistanê bicîh nebe û divê yasa li hemberî tawanbaran serwer be, ji ber ku xedrekî mezin li PDKê hat kirin.




