26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Ewnî: Hewlêr û Bexda lihev kirine ku Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venekişin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Endamekî Encumena Serkirdatiya PDKê dibêje Herêma Kurdistanê bi merc rê da artêşa Iraqê ku axa Herêma Kurdistanê di şerê Mûsilê de bikar bîne, herwiha Hewlêr û Bexda lihev kirine ku Hêzên Pêşmerge ji navçeyên rizgarkirî venekişin.

Elî Ewnî Endamê Encumena Serkirdatiya PDKê ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew hêza Iraqî ya ku hatiye Herêma Kurdistanê li sînorê Başûrê Kurdistanê nemaye û jê derbas bûye.”

Ewnî wiha got: “Di civîna vê dawiyê ya serokatiya Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hinek rêkeftin hatine kirin ku Bexda razî bûye Hêzên Pêşmerge ji navçeyên Kurdistanî venekişe û li wan navçeyan bimîne, ku li hember de jî Herêma Kurdistanê rê dide Artêşa Iraqê ku axa Kurdistanê bikar bîne bo şerê Mûsilê.”
 

Nûçeyên têkildar