PAK: PKKê rê li ber wêrankirin û komkujiya gelê Kurdistanê xweştir dike
__2016_10_12_h11m27s56__RM.jpg)
Amed-KDP.info- Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a li Bakurê Kurdistanê, bi tundî rexne li siyaseta şer a PKKê girt û ragihand, ku PKK bi siyaseta xwe ya niha ya şer û kuştina rêvebirên AK Partiyê rê li ber siyaseta wêrankirin, komkujî û têkbirina destkevtên gelê Kurdistanê xweştir dike.
Di du rojên bihorî de, du rêvebirên pilebilind ên Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) li deverên Bakurê Kurdistanê hatine kuştin û Hêzên Parastina Gel (HPG), ku baskê leşkerî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, berpirsatiya kuştina her du rêvebirên AK Partiyê li xwe girtiye.
Serokê Giştî yê Partiya Azadiya Kudistanê (PAK) Mustafa Ozçelîk di daxuyaniyekê de helwesta partiya xwe li ser pêşhatên nû aşkere kir û siyaseta şer û kuştinê ya PKKê şermezar kir.
Daxuyaniya Sekreterê PAKê bi vî awayî ye:
“PKK bi şer û bi kuştina rêveberên AKPê, rê ji siyaseta Dewleta Tirk a wêrankirin, qetlîam û ji holê rakirina destkevtên gelê Kurdistanê re xweştir dike.
Piştî ku di temûza 2015an de şer careke din destpê bûye û heta îro, êdî rêya sîyasetê û xebatên sivîl qelstir bûye. Û piştî şikestina hewla darbeya 15ê Temûzê û îlan kirina Rewşa Awarte , her ku diçe, rewş xerabtir dibe, rê li ber hemû mafên esasî yên demokratîk têne girtin.
Lê tişta ku herî balkêş ew e ku, gelê Kurdistanê êdî li himberî helwesta Dewleta Tirk ya destkeftinên me ji holê radike, li himber daxistina dibistanên ku bi Kurdî perwedeyê dikin, li himberî neheqîyên li ser mamosteyan, li ser TVyên Kurdî, li ser rojnamevan û nivîskaran, li ser şaredarîyan bêdeng dimîne.
Sebebeke esasî ya vê bêdengîya gelê me , texrîbatên vî şerê ku berdewam dibe ye.
jiber ku di mîndera şerî ya ku em tê de qels in zerarê bide gelê me, bide doza azadîya Kurdistanê, Dewleta Tirk dixwaze hemû rêyên sîyasî û sivîl bixetimîne û berê Kurdan bes bide şerî. Herweha Dewleta Tirk bi rêya xurt kirina sîstema ‘’Korûcûtî’’yê û komkirina hinek eşîrên Kurdan dixwaze di navbera gelê Kurdistanê de dubendîyê kûrtir bike.
PKK jî, tu bangên me yên partiyên Kurdan û hawara gelê me nabihîz e, her diçe şer germtir dike. PKKê di dema pêkanîna xendek û barîkatên li nav bajara jî ev banga me nibihîst. Lê di encamê de gelê me û welatê me zerareke mezin dîtin. Nuha jî wekî tu tişt nebûbe, sîyaseta şerî dimeşîne, li nav bajaran çalakîyên ku zerarê dide gelê me lidardixîne. Rêveberên AKPê dikuje. Em van kuştinên li dijî siyasetvanan şermezar dikin. Ev sîyaseta PKKê rê ji Dewleta Tirk re xweştir dike ku, sîyesetvanên Kurd bikuje, îmkanên xebata sîyasî ji holê rabike.
Divê em bangî Dewleta Tirk bikin, bêjin “Tu bi kuştinan, bi siyasetên ku miletê Kurd tune dihesibînî nikare bigihêje armanca xwe. Meseleya Kurd û Kurdistanê ne meseleya terorê yan jî ya aborîyê ye. Seddam Huseyîn bi sedhezaran Kurd kuşt, bi sîstema ‘’cahşîtîyê’’ çek da 100 hezar Kurdan; lê dîsa jî nikarîbû xwe ji têkçûnê rizgar bike. Bes yek rê heye , ew jî divê Dewleta Tirk dest ji vî şerî berde û ji bo çareserîya sîyasî bi hemû partîyên Kurdan re rûne.”
Em bangî eşîrên Kurdistanê jî dikin , bi ti awayî rê nedin ku di nava gelê Kurdistanê de dubendî û dijminatî kûrtir bibe, li hember planên xêrnezwazan hişyar bin.
PKK jî bi kuştina rêveberên AKPê, bi tûndkirina siyaseta li dijî eşîrên Kurdistanê û bi vî şerê ku dimeşîne zirareke mezin dide doza azadîya Kurdistanê. Divê demildest PKK dest ji vî şerî berde.
Divê em wekî partîyên siyasî, dezgehên sivîl û gelê Kurdistanê destê xwe bidine hevdu û li dijî vî şerî derkevin. Divê em dengê xwe bilind bikin. Ev şer ne bes jîyana me ya îro, lê pêşeroja me jî dikuje.”




