Cano: Bexda alîkariyên darayî dide PKKê..Em li dijî wê ne

Bexda-KDP.info- Parlemanterekî Kurd di Parlemantoya Iraqê de ragihand ku Bexda pere û alîkariyên darayî dide PKKê, ew jî bi çend riyên cuda. Herwiha da zanîn ku ew hêzên ku PKKê li Iraqê çêkirine, Hikûmeta Iraqê piştgiriya wan dike û wan wek hêza Heşda Şeibî dibîne.
Parlemanterê PDKê li Bexdayê Rênas Cano ji malpera KDP.info re ragihand: “Hikûmeta Iraqê bi hemû awayekî û di bin gelek navan de piştgiriya PKKê dike û alîkariya wê dike, lê ew yek xizmeta siyaseta derve ya Iraqê nake, ji ber ku bikaranîna PKKê wek kaxezekê li dijî Tirkiyê lîstikeke kevin bû.”
Cano wiha got: “Tişta ku Hikûmeta Iraqê dike beşek e ji hevrikiya herêmî, ku Bexda ji ber Îranê li dijî Tirkiyê sekiniye û ev yek tenê ziyanê dighîne Iraqê bi giştî. Herwiha Hikûmeta Iraqê piştgiriya PKKê kiriye bo avakirina çend hêzên çekdarî di bin navên cuda de û niha alîkariya wan hêzan dike û alîkariyên darayî dide wan û wan hêzan wek hêza Heşda Şeibî dibîne, ew jî di heman dema ku Hêzên Pêşmerge şerê hovtirîn rêxistina terorê dikin, lê Bexda pereyên wan naşîne.”




