Efendî: Çend rojên din şerê Mûsilê destpê dike

Mûsil-KDP.info- Berpirsê eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge Hemîd Efendî ragihand ku ew mijûlî amadekirina şerê Mûsilê ne ji ber nêzîk dê ew şer destpê bike.
Hemîd Efendî Berpirsê eniya Başîkê ya Hêzên Pêşmerge ji malpera KDP.info re ragihand: “Em xwe ji şerê Mûsilê re amade dikin û di çend rojên bê de dê ew şer destpê bike.”
Efendî roja destpêkirina wî şerî diyar nekir lê got ku DAIŞê ew êriş nêzîk e lewma dest bi bombe û mayînan kirine li pêşiya Hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê, lê em wî karê wan nas dikin û ew yek bandorê li ser êrişa me nake.




