Parlemanterekî Kurd li Bexda: PKK beşdarî şerê Mûsilê nabe
__2016_10_11_h20m5s29__HK.jpg)
Bexda-KDP.info- Nûnerekî Kurd di Parlemantoya Iraqê de red dike ku PKK di şerê
Mûsilê de beşdar be, ji ber Hevpeymaniya Navdewletî û Heyder Ebadî ji wan re
gotine PKK beşdar nabe. Ew parlemanterê Kurd herwiha dibêje hin aliyên Kurdî
pereyan ji Bexdayê werdigirin û ji PKKê re dişînin.
Dr. Macid Şingalî Parlemanterê PDKê li Bexdayê ji malpera KDP.info re ragihand:
“Li gorî agahiyan PKKê 4 hezar çekdarên xwe bo şerê Mûsilê amade kirine û niha
ew çekdar li nava axa Herêma Kurdistanê ne, ev jî pêngavekî şaş e û Enqere bi
zelalî ji Bexdayê re gotiye ku heta ew hêzên bi navê PKKê li Iraq û Herêma
Kurdistanê ne li wir bin, Tirkiye hêza xwe ji Iraqê venakişîne, lê min bi xwe ji Ebadî
bihîst ku bi ti awayekî PKK beşdarî şerê Mûsilê nabe.”
Wî parlemanterê Kurd wiha got: “Ez jî gihîştime wê baweriyê ku PKK di şerê
Mûsilê de beşdar nabe, û Amerîka û hevpeymaniya Navdewletî dê biryarê bidin ku
dê kîja hêza beşdar be di şerê Mûsilê de û bi ti awayî nahêlin PKKê di wê
operasyonê de beşdar bibin.”
Şingalî wiha domand: “Eger PKK bo alîkariya Herêma Kurdistanê û Şingalê hatibe,
me ji wan re gotiye ku erkê wan bi dawî hatiye û ji kerema xwe re vegerin cihên
xwe û li Bakur û Rojavayê Kurdistanê xebatê bikin. Bexda dibêje em pereyan ji
PKKê re naşînin lê hin alî pereyan ji Bexdayê distîne û ji PKKê re dişênin.”




