Li Almanya dewleta Kurdistanê tê gotûbêjkirin
__2016_10_11_h19m54s5__HK.jpg)
Hewlêr-KDP.info- Endamekî Komîteya Pilebilind a Hikûmeta Herêma
Kurdistanê bo nasandina jenosîda tawanên DAIŞê dibêje, ew bi fermi ji
aliyê Akadîmiya Nornbêrg a Almanya ve hatine vexwendin bo
pêşkêşkirina lêkolîneke akadîmî ku behsa giringiya dewletbûna
Kurdistanê û nasandina jenosîda tawanên DAIŞê li Kurdistanê dike.
Kirmanc Usman Komîteya Pilebilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo
nasandina jenosîda tawanên DAIŞê ji malpera KDP.info re ragihand ku,
wek ew wek psporek di ware yasaya navdewletî û tawanên jenosîdê, bi
fermi ji aliyê akadîmiya Nornborg ya Almanya hatiye vexwendin bo
pêşkêşkirina lêkolîneke akadîmî derbarê endamnebûna welatên
Rojhilata Navîn di dadgeha navdewletî de di 13 heta 14î vê mehê de.
Usman wiha got, li ser asta Kurdistan û Iraqê tenê ez hatime vexwendin
û giringiya wî bajêrî di wê yekê de ye ku nazî lê hatin dadgehkirin û tê
de ezê behsa dewletbûna Kurdistanê bikim.




