26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Komara Çîk dê hêzeke Pêşmerge perwerde bike

Çavkanî: KDP.info
 
Ajans-KDP.info- Çavkaniyekê ji Wezareta Bergiriyê ya Komara Çîk
 
ragihand ku 11 Pêşmerge dê naverasta vê mehê li welatê wan bên
 
perwerdekirin li ser çawaniya pûçkirina bombeyan.
 
 
Li gorî nûçeyekî malpera Îlaf, Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Komara
 
Çîk ragihand ku yekîneya 15 li Başûrê Rojavayê Çîkî dê 11 pêşmergeyên
 
Kurdistanê perwerde bike li ser çawaniya pûçkirina bombeyên ku
 
nehatine teqandin û dê ew perwerde mehekê dirêj bike, ku ew
 
perwerde taybet e bi hêzên asayişê yên Herêma Kurdistanê.
 
 
Herwiha li gorî çavkaniya Wezareta Bergiriyê ya Komara Çîkê, welatê
 
wan bi qasî milyonek û 500 hezar EURO çek û teqemenî şandiye Iraq û
 
Herêma Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar