26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavdêrên siyasî: Nabe PKKê li dijî berjewendiya Herêma Kurdistanê derkeve

Çavkanî: KDP.info
 
Hewlêr-KDP.info- Çavdêrên siyasî amaje bi wê yekê dikin ku di dema ku
 
Herêma Kurdistanê pêngavan ber bi serxwebûnê ve davêje, PKK jî li
 
Bakurê Kurdistanê şerek çêkiriye û pêvajoya aştiyê têk biriye û niha
 
dixwaze pirsgirêkan ji Herêma Kurdistanê û perçên din ên Kurdistanê re
 
çêbike, lê nabe PKKê li dijî berjewendiya Herêma Kurdistanê derkeve.
 
 
Çavdêrê siyasî Şemsedîn Mihemed ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew
 
şerê ku PKKê li Bakurê Kurdistanê dike cihê gumanê ye, ji ber ku bajarên
 
Bakur wêran kiriye û bi taybetî navçên ku Kurd tê de gelek in, hemû
 
wêran kirine û xelkê ji wan bar kirine û bi sedan xortên Kurdan dane
 
kuştin û tenê Kurdan ziyan dîtine. Eger PKK bixwaze Tirkiyê lawaz bike,
 
Tirkiye bi şer lawaz nabe, lê belê zerermendê mezin Kurd in û ew yek di
 
berjewendiya Tirkiyê de ye.”
 
 
Wî çavdêrê siyasî wiha got: “Ew rêveberiya ku niha PKKê birêve dibe,
 
cihê gumanê ye, wan Ocalan xistina zindanê de û êdî pir zehmet e
 
careke din Bakurê Kurdistanê vegere wek berê û aram bibe. Herwiha li
 
Başûrê Kurdistanê jî ku çavê hemû Kurdan li ser e, û gelê Kurd dixwaze
 
bi riya wê bi mafê xwe şa bibe û bigihê mafê xwe, lê PKKê dixwaze
 
destê xwe bixe nava karûbarê Herêma Kurdistanê û rê li serxwebûnê û
 
dewleta Kurdî bigire. Naxwazin hêzên xwe ji Şingal û Kerkûkê derxînin,
 
ew jî bo pirsgirêk û aloziyan derxînin û wan navçeyamn bikin kanton,
 
lewma bi baweriya min eger zû ew hêz ji wir neyên derxistin dê alozî û
 
pisgirêkên zêdetir li wir çêbibin.”
 
 
Mamosteyê zanîngehê Dr. Subhan Elî ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Pêwîst e gelê Kurd li herçar perçên Kurdistanê hişyar be û rê nede
 
PKKê hêj ziyanê bigihîne gelê Kurd û Kurdistanê, pêwîst e gelê Kurd hêj
 
xwe ji wan re bêdeng nekin û aliyên siyasî xwe bikin yek û rê nedin
 
serkirdatiya PKKê ku bo meramên xwe û berjewendiya welatên
 
navçeyê, Kurdistanê têk bidin. Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê
 
Mesûd Barzanî berdewam kar li ser wê yekê dike ku careke din şerê
 
navxwe dernekeve û pêvajoya aştiyê dîsa destpê bike, lê PKK ji bilî
 
neyarên Kurdan guh li kesî nagire, herwiha pêwîst e gelê Kurd li Bakurê
 
Kurditanê jî li dijî siyasetên çewt ên PKKê derkeve û rê nedin wan ku
 
meramên xwe bikar bînin.”
 
 
Wî mamosteyê zanîngehê wiha got: “Me çaverê nedikir ku PKK ewqasî
 
pirsgirêkan ji Herêma Kurdistamê re çêbike, ji ber ku em hemû yek
 
netewe ne. Nabe PKKê li dijî berjewendiya gelê Kurd derkeve, li Herêma
 
Kurdistanê xetên sor hene û nabe aliyên siyasî bo berjewendiyên xwe li
 
dijî wan xetên sor derkevin û pêwîst e aliyên siyasî sûd ji ezmûna
 
Herêma Kurdistanê werbigirin. Herwiha ez hêvîdar im ku gelê Kurd li
 
Rojavayê Kurdistanê jî rizgar bibe û bigihên armancên xwe û eger ew li
 
ser riya rast herin dê Herêma Kurdistanê bi hemû awayekî piştgiriya
 
wan bike û baştirîn mînak jî şandina Hêzên Pêşmerge bû bo Kobanê
 
bû.”
 
 
Çalakvana siyasî Mehnaz Selîm jî ji malpera KDP.info re ragihand:
 
“Pêwîst e PKK xwe hişyar bike û nebe kerteke siyasî di destê hinek
 
welatên navçeyê de li dijî Herêma Kurdistanê û gelê Kurd li herçar
 
perçên Kurdistanê ji ber ku Herêma Kurdistanê dixwaze bigihê
 
serxwebûna xwe û bibe dewlet.”

Nûçeyên têkildar