Swêd Enfal weke jenosayda Kurd nas kir

Piştî ku Kanada wek yekemîn welat komkujîya Enfal û Helebçeyê wek jenosayd nas kir, duh jî parlemana Swêdê di kombûnekê de prosesên Enfal ên li dijî Kurd wek jenosayd nas kir.
Di heyva Eylûl a îsal de, partîya Jîngeh a Swêdê, daxwazek sebaret bi nasandina Enfala dijî Kurd wek jenosayd pêşkêşî parlemana welatê xwe kir, îro di kombûnekê de parlemana Swêdê di evê bareyê de kombûna xwe saz kir ku bi pirranîya dengan biryar da proses Enfal wek jenosyad bihê naskirin. Li gor jêderên nûçeyan, parlemana Swêdê bi 277 dengên erê û 22 dengên na, bi fermî Enfal weke jenosyada Kurd da nasandin.
Bi ewê çendê Swêd bûye duyemîn welat ku prosesên Enfal ên dij bi Kurd weke jenosayd bide naskirin. Pêştir Kanada wek yekeîn welat Enfal weke jensoyada Kurdan dabû nasandin. Niha jî çend welatên din ên wek Birîtaniya, Swîsra û Norwej kar bo nasandina Enfal weke jenosayda derheq bi gelê Kurd dikin




