26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şervanên Xristiyan dê di şerê Mûsilê de beşdar bin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serkirdeyê Xristiyan Romyo Hekarî ragihand ku şervanên Xristiyan dê di operasyona Mûsilê de beşdar bibin. Herwiha da zanîn ku Xristiyan û Êzdî û Şebek li ser asta cîhanî û Ewropî kar dikin li ser bi parêzgehbûna Deşta Neynewa.

Romyo Hekarî Sekreterê Giştî yê Partiya Beytul Nehrên ji malpera KDP.info re ragihand: "Ev 2 sal in ku gelên Xristiyan û Kild û Aşorî li hêviya operasyona Mûsilê ne. Şervanên Xristiyan dê di operasyona Mûsilê de beşdar bibin, ku hêzeke leşkerî taybet hatiye pêkanîn û navê wê hêza Deşta Neynewa ye û ser bi Wezareta Pêşmerge ye û dê di rizgarkirina navçeyên xwe de beşdar bibin. Herwiha dê ew hêz piştî rizgarkirinê bi rola parastina wan navçeyan rabin."

Hekarî wiha got: "Em wek neteweyên Iraqê dixwazin bi mafê xwe şad bibin û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gelek caran piştgiriya xwe bo gelên Xristiyan û aliyên din pêşan daye."

Nûçeyên têkildar