26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

PKK bo muzadeya siyasî dibêje emê beşdarî şerê Mûsilê bibin

Çavkanî: KDP.info
 
Mûsil-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge dibêje, PKK tenê bo muzadeya siyasî behsa beşdariya di şerê Mûsilê de dike, ji ber ku ev saleke nikariye li Şingalê tenê cihekî rizgar bike.

 

Fermandarê Pêşmerge bi navê Lîwa Haşim Sîteyî ji malpera KDP.info re ragihand: PKK hemû hewlên xwe dane ku li Şingalê navşeyan ji destê DAIŞê derxîne, lê nikariye tenê cihekî rizgar bike. Li Bab Şilo hemû hewlên xwe dane ku tenê xalekê kontrol bikin lê nikarîne, vêca nizanim çawa dibêjin ewê di operasyona Mûsilê de beşdar bibin, lewma ev gotina wê muzadeya siyasî ye û ne tiştekî din e.

 

Sîteyî wiha got, PKK dixwaze ji xelkê re bêje ku ewê Mûsilê rizgar bikin û her ku derbasî xaniyekî bibin ala xwe li ser bilind bikin. Bê guman ew beşdarî şerê Mûsilê nabin, çima naçin Bakurê Kurdistanê û li wir Gever û Mûş û Wanê rizgar nakin.

Nûçeyên têkildar