Gardyan: Bexda dê PKKê bixe ser Heşda Şeibî

Ajans-KDP.info- Li gorî zanyariyên rojnameya Gardyan a Brîtanî, Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Iraqê Falih Feyaz razî bûe ku çekdarên PKKê li Iraqê bikevin ser hêza Heşda Şeibî ya Şîeyan.
Ew rojnameya Brîtanî ku PKK bi çekdarên hizbekî Tirkiyê binav dike û li Şingalê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve giringî bi wan tê dayîn.
Wê rojnameyê nivîsandiye: Heşda Şeibî di meha Hezîranê ya sala 2014ê li ser bingeha fetwaya lêvegera Şîeyan Elî Sîstanî hatiye damezrandin bo şerê DAIŞê.
Li gorî çavkaniyeke Xelîc Onlin, Hikûmeta Iraqê mehane 800 dolaran dide her çekdarekî PKKê ku çendîn navendên wan li Kerkûkê ji aliyê YNKê ve hatine kirêgirtin, ew jî li navçeyên hejaran.
Xelîc Onlin dibêje, Hikûmeta Iraqê haydar e ji hemû çalakiyên PKKê li nava axa Iraqê û bi temamî xwe ji wan bêdeng kiriye, lê dema ku Tirkiye ragihand ku ewê beşdarî şerê Mûsilê bike, Hikûmeta Iraqê nerazîbûna xwe li dijî wê ragihand.




