26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Barzanî:Em şer naxwazin lê emê berevaniya gelê xwe bikin

Çavkanî: KDP.info

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek derbarê helwesta Kurd a hemberî aloziyên vê dawiyê belav kir ku têde amaje bi wê yekê dike ku, Kurd şer naxwazin, lê em amadeye ku berevaniya gel û welatê xwe bike.

 

Di beşek din de ku Barzanî li ser rûpela xwe a civakî Facebookê belav kiriye, gelê Kurd herdem helwesta xwe a berevanîkirin bû û lidijî xwînrijandinê bû û niha ji her heman xwediyê helwesta xwe heye.

 

Barzanî dibêje: Tevî ku xelkê Kurdistanê tûşî mezintirîn zulm û karesatê bûye, çi di şoreşa Îlon`ê de ya di proseya Enfal û Kîmyabarankirinê de, digel wê yekê jî di dema Raperîna sala 1991`an de li gor exlaq û lêborînê reftara xwe nîşan da.

 

Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê dike ku, tevî  tevaya tawanên li dijî Kurdan, gelê Kurdistanê berbi tolhildanê ve neçûye, û tu karvedan li dijî Ereb nîşan nedaye, û got: Rênnamyê Barzaniyê Nemir bo me herdem ewe ku em rênedin bi şerê navbera Kurd û Ereb, û Kurdistan jî herdem hêlînek bû ji bo tekoşerên Ereb û tevaya Êraqê.

 

Barzanî di peyama xwe de hişyarî da û dibêje: Xiraptirî tişt ewe ku şer bikeve navbera 2 netewan, lê mixabin nihek hin kes hene ku bangeşeya bo dirustkirina şerê navbera Kurd û Ereb dikin.

 

Barzanî daxwaz ji gelê Kurdistanê kir  ku neşimitin nava vê planê û daxwaz ji gelê Êraqê bi giştî jî kir ku li dijî wê zimanê tirsanek biwestin, û ewên ku vê bangeşeyê dikin dê li hemberî xwedê, gel û yasayê berpirsyar bin.

 

Di dawiya peyamê de, serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku, em şer naxwazin, lê em amadene ku berevaniyê li gel û welatê xwe bikin

Nûçeyên têkildar