Pêşmerge bo şerê Mûsilê amade ne

Mûsil-KDP.info- Fermandarekî Pêşmerge ragihand ku Hêzên Pêşmerge bo operasyona bajarê Mûsilê amade ne û hemû amadekarî hatine kirin bo beşdariya wan di wê operasyonê de û niha li hêviya fermanê ku navçeyên bin destê DAIŞê rizgar bikin.
Lîwa Behram Erîf Yasîn Fermandarê Pêşmerge li eniya Başîkê ji malpera KDP.info re ragihand: "Rewşa DAIŞê li nava Mûsilê pir xerab bûye û roj bi roj çekdarên DAIŞê ji tirsa Hêzên Pêşmerge ji çeperên xwe direvin ber bi Mûsilê ve û vê yekê jî bandoreke mezin a xerab li ser çekdarên li nava bajêr jî çêkiriye. Herwiha çekdarên biyanî jî direvin Sûriyê û bi baweriya min ligel destpêkirina operasyona Mûsilê dê di demeke kurt de bên jinavbirin û nikarin xwe li ber Hêzên Pêşmerge bigirin."
Wî fermandarê Pêşmerge wiha got: "Hêzên Pêşmerge di rewşa amadebaşiyê de ne û em li hêviya fermana Serokê Herêma Kurdistanê ne û Hêzên Pêşmerge ji wê operasyonê re amade ne û hemû amadekarî hatine kirin."




